Şerm

Dîroka “şerm”ê her hal xwe digîhijîne destpêka civaka ewil. Bi wext, dem û bi dewranan şerm xwe guherand. Feylesofê Yewyanî Plutarch; “Di rihê we da derizandina herî zivar ev e,” dibê. Li gor Sartre jî wek “xwîna navxwe” tê hîs kirin. Mîsal Ruth Benedîct li Japonyayê behsa “Çanda Şermê” dike. Salman dibêje; “Şerm ne tenê aîde Rojhilatê”. Li Êmerikayê New Englandê ehlaq perestên tûj û tund, li gor wan ewên ku ji rêzê derketine bêhtir rezîl bivin cezayên wan li ber gel dihat birîn. Lê şerma Rojhilat û yê Rojavayiyan ji hev dûr bin jî encam wekhev in: Cezakirin. Sala 1867an de bi zewacek ne fermî jinek û mêrek bi dilê xwe seksê dikin. Yek, dido, cara sêyem tên qefaltin, piştre li orta bazarê didin ber qamçiyê. 1576 sal berê tiştê ku şerm bû, îro tiştek normal tê hêsibandin. Lê li Rojhilatê û gelek cîhan ev zewaca ne fermî tê şermezar kirin, tê lenet kirin û di dawiya dawî de jî êrîş pêk tên.

ŞERMA EWIL TÊ BÎRA WE?

Têkiliya şerm û sucdariyê gelek xurt e. Sucdarî şermê derxistiye meydanê yan şerm sucdarbûna civakan daye ber xurtbûnê? Şerma ewil te bîra we? Bêguman şerma ewil, ji zaroktiyê tê. Hans Peter Duerr di pirtûka xwe ya “Şerm û Tazîbûn”ê de diyar dike “tazîbûn” dibê şerma ewil be û têkiliya bi mirovên din re tê dayîn û hesta şermê derxistiye meydanê. Meriv ji xwe re pirsa “şerm” çi ye û destpêka wê digîhijine kû? dike.

Bêguman cihê ewil zarokatî ye. Şerma min a ewil di dibistanên ewil de li hemberî texteya reş (ne)xwendina tirkî bû. Ti peyveke tirkî ji devê min derneketibû, mamoste hêrs bûbû, ji awirên wî dijmintiya sedsalan diherikiya, lê şerma min neserkeftina min bû. Civata ku li hemberî min bû, li dijî wê şikestbûna min a ewil bû. Jixwe ji wê rojê şûn da di navbera min û dibistanan de ti car lihevhatinek çênebû, jixwe hewcedarî bi lihevhatinê jî tunebû. Şerma ewil, travmaya min a destpêkê bû. Hêdî hêdî, her roj, gav bi gav min kom kir travma û şermên xwe. Şerm, tûrikê travmayan tije dikir, tûrik acîsiyê dida der. Çi sivik çi giran ferq nake… Şermên ferdî piştre şermên civakî ji wir jî şermên gelî wek xelqeyên zencîrê rêz dibin. Şerma hêrî mezin bêguman bindestiya me ye. Bi mebesta rizgariya ji vê bindestiyê ewên ku canên xwe yên şêrîn dane, emrên xwe di zindanan dê derbas kirine û hê jî dikin bi hiş û nêrina azadbûnê ve şerma bindestiyê qelaştine. Ev rêyek li xwe vegerandin bû. Helbestkar bi risteyên xwe, nivîskar bi metnên xwe, romannivîs bi karekterên xwe, çîrokbêj bi xeyalên xwe, dengbêj bi feraseta afirandina xwe, muzîkjên bi nota û melodiyên xwe, stranbêj bi dengên xwe li hemberî şerma travmatîk êşên xwe derman kirine. Ev dermankirin, li gor kesan cur bi cur e: Çi sivik çi giran.

ŞERM HER TIM XWE RE CIHEK DÎTIYE

Di wêjeya cîhanê de li ser şermê gelek done henin. Çend sal berê romana nivîskar Sîdar Jîr bi navê “Şerm”ê hatibû weşandin. Meriv di gelek maqale û metnên edebî de şermên cuda cuda dibîne. Çi bi rêya îmgeyan çi bi metaforan şerm her tim di berhemekê de ji xwe re cihek dîtiye. Ez ê di vê nivîsê de zêdetir behsa romana Salman Rushdie a bi navê “Şerm”ê û ya Sîdar Jîr bikim. Piştî rizgarkirina ji mêtingeran li ser şermê em nimûneyên gelek balkêş dibînin. Li ser koloniyên Rojavayiyan û piştî wan berhemên ku hatine nivîsandin piraniyên wan û kerekterên ku avakirinê di bingeha wan de em şermê dibînin. Mêtinger dema ji cihek derdikevin bi pergalî û hişî “şerm”ê ji niştecihaniyan re dihêlin.

HER KU DIÇE BÛYERÊN NAXOŞ DERDIKEVE PÊŞ

Salman Rushdie li Hîndîstanê ji dayik bûye. Piştî çardeh saliya xwe ji bo xwendinê diçe Îngîlîstanê. Bi destên îngîlîziyan, Pakîstan ji Hîndîstanê vediqete, malbata Salman jî mala xwe bar dike û diçe Pakîstanê. Salman dema ji Îngîlîstanê vedigere li bajarê Karaciyê di kovarekê de nivîsan dinivîse. Ne yek ne dido nivîsên wî tên sansurkirin. Piştî van buyeran Salman ji Pakîstanê derdikeve û berê xwe dide Îngîltereyê. Salman dibêje: “Êdî ez aîde vî welat û axê nin îm.” Mêtingerên îngîlîzî ji welatê Salmanî re şerma sansurê hiştin û derketin. Kêm zêde gava em welatên ku bûne kolonî dixwînin: Ji azadiyê bêpar, ji maf û adeletê dûr, di bin destên dîktatoran da li ber cankêşiyê dijîn. Em dûr va neçin, li kêleka me li herêma Başûrê Kurdistanê binêrin, tiştên ku diqewimin kêm zêde haya me jê heye. Feqirî û belengazî her ku diçe bêhtir dibe. Li aliyên din jî dewlemendên heremê bêhtir dewlenmend dibin. Bawer nakim ku li ser lingên edaletê û wekheviye mezin dibin. Her ku diçe buyerên naxoş derdikevin pêşî. Hah ji we re şermek ji dewletên dîktatoran û totalîteran tiştê ku ji me re maye. Mixabin ev buyer ji bo rêveberiya herêmê şermek sosret e, lê ji gel re barek giran. Mijara Şermê ne bi ser guliyek va tê meşandin, guliyên wê pir in û bi gelek dîsîplinên zanîstiyê va têkîliyên xurt daniye.

‘DENGÊ ÇANDA PENABERIYÊ’

Romana Salman Rushdie ê “Şerm”ê, dibe ku em piştî mêtingeriyê welatiyên wir di kîjan rewşê da derbasbûne bi vê nêrînê va girê bidin. Mijara romanê di serdemeke rêveberiyên Pakîstanê û têkîliya welatiyan da derbas dibe. Yek jê playboy e, ê din demokratek e, yê din jî dîktatorek zordest e. Roman wek fîgurên leşkerî û polîtîk Ziya ûl Hak û Zulfîkar Êlî Butto parodiya wan kiriye û ji bin ev barê giran serkeftî derketiye. Metaforeke leşkerî li ber xwîneran vedike, di esasê xwe de guherandina ciyê jin ê di mêtingeriye da destnîşandike. Nirxandina jinê û mêtingeriyê bi fîkra navendiya rojavayiyan dike; di sîstema erêkirin û redkirinê de terza rêveberiyê dide ber çav û çûyîna wî ya Îngîlîstanê bi sedeman dide ber me. Salman, ji xwe re kirasê mîsyona “Dengê çanda penaberiyê” dide destnîşankirin.

Romana “Şerm”ê polîtîk e di ser da jî bi îroniyeke xurt hişê sîtatîk serûbin kiriye. Siyasetmedarên Pakîstanî li pey çavsoriya desthilatê, bi dîwanetiya rojane û bi hêza ne kontrolkirî va meriv dikare bêje ku welatiyan di bin îşkenceyê da derbas dikin. Hê jî ev pergal bênavber didome. Roman di sala 1982an de hat çapkirin yanî çil û yek sal berê; baş e çi guherî li Pakîstane? Ti tiştek. Karektarên romanê rengo rengo ne, generalên “xwedî teqwa” civaka bêbertek, jinên bêçar, hema bi hemû destan qulqulîna demokrasiyê û azadiyê radixe ber me. Roman li ser algorîtmaya îronî û kewgirîniyek kûrî va tê vegotin. Roman piştî mêtingeriya Pakîstanê û Hîndîstanê mînakekê herî xurt e. Gelên bindest di vê romana giranbuha de ger bixwazin dikarin ji xwe re gelek mane û ferasetê derdixin. Çimkî pergala ku hatiye meşandin wek xerîtayê ye. Gelên bindest, piştî xelasbûna mêtingeriya Îngîlîstanê, bi hêza xwebûn û hişê hebûnê va paradoksa tengasiyê dijîn.

Şerm, Sîdar Jîr, 96 rpl, Weşanên Lîs, 2021.

Vêga tiştê ku em dijîn kin û kurtasî rewş û hal ev e. Mêtinger bi çêkirina pergela “netewbûnê” bi rêya “hişê xwe va” hişyariyê nade. Bi pergela “çelexwarî” va dide der. Me hê xwe negîhandiye “Şerma” Jîr. Du sal berê li malpera “Kurd Araştırmaları” de Firat Aydinkaya bi Barış Ûnlû re hevpeyvinek xwe de wisa dibêje; “Kolonyalîzm, bi çavek kêmbûnê li çandên din dinêre, ji ortê rakirin, bi rêxistina ji xwe şerm kirinê didin der.” Ûnlû didomîne û ji nava pirtûkê diaxive; “Aborî û ji sermiyanê çandê bêpar bûn, bi zimane xwe nenivîsandin, bi hewldana zimanek din nivîsandin, ji akedemiyê dûr xistin/li derva hiştin û hwd. fikrek avakirin, ger hûn avabikin jî pêşwazkirina wê xwe nagîhije standartên diyarkirî jî/ne hêsane.”

TEORIYA DIJKOLONYAL

Romana nivîskar Sîdar Jîr bi navê “Şerm” di sala 2021an da ji weşanxeneya Lîsê hat weşandin. Li ser romanê, nivîskar Şêxo Fîlîk nivîsek li ser malpera Diyarnameyê bi navê “Şerm û Jinûveavakirina Civakê”[2] rexneyeke xurt belav kir. Piştî nirxandinê gengeşiyekê li ser medyaya civakî pêk hat. Ev gengeşî bo balkişandina ser romanê baş bû. Ez ê ji nivîsa Fîlîk îstîfade bikim û hin pasajan li vir biweşînim. Şêxo Fîlîk li ser sê esasê sekiniye: Teoriya Dijkolonyal, Teoriya Feminîst û Teoriya Queer. Li ser “şerm” a Jîr ez ê zêdetir li ser “Dijkolonyal” bisekinim. Jixwe herdu beş jî girêdayî dijkolonyalê ne. Çimkî Jîr wek Salman bi zimanekî din nenivîsiye, zimanê romana wî di serî de dijkolonyal e. Di ser da jî nivîskarê zimane wî hatiye asteng kirin, axaviftina wê serbest nîne, qelamkarê gelê xwe yê bindest e. Pêşî em guh bidin Fîlîk: “Bêguman, nabe kesek tiştekî, fikrekê û teoriyekê li ser herkesî ferz bike, loma ne şert e herkes ji vê teoriyê hez bike û li gor vê teoriyê binivîse. Ango çawa nabe meriv li ser nivîskarekî ferz bike ku di berhema xwe de îlam cih bide hevzayendiyê, her wiha dema cih neda, nabe meriv wê wek kêmasî û neyîniyekê jî bihesibîne. Lê ku di berhemekê de şop û nîşaneyên hevzayendiyê hebin û ku nivîskar –me li jor jî qal kir- bi angaşta ji nû ve sazkirina civakê rabûbe hewce ye serî li ser were êşandin bê ka nivîskar ew çawa ‘ji nû ve’ ava kiriye di berhema xwe de û çi li civakê zêde kiriye.”

Nivîskar keraktera ku ava kiriye zêde nêrînên xwe yên hetero bar kiriye. Wek bi hestên mêrek li ser laş va çûye. Fîlîk didomîne; “Diyalogên Nesrînê yên bi vî rengî ku heta dawiyê romanê didomin, serê pêşî bendewariya wê jinûveavakirina ku nivîskar qal dike çêbike jî em ji nişka ve bi gotineke homofobîk a vebêjê romanê tên ser hemdê xwe; Xwediya malê (Şermîn) êdî hînî gotinên wê (Nesrîn) yên navranî bûbû. Lewma jî wan gotinan zêde tesîr lê nedikir. Ne Şermînê bûya û Nesrînê bi vî awayî bi hinekên din re sohbet bikira wê bigotana wey li min porkûrê vêya agir pê ketiye û çav berdide jinan jî û… r.25 (…) Homofobî; nerazîbûn, pêşdarazî û cihêwaziya li dijî hevzayendan û gotinên bi kerb û kîn li dijî hevzayendan e. Ma kesek, ser meseleyê jinek gelo ji ber ku mêran nabîne û ‘ar pê dikeve’ loma ji jinan hez dike? An jî ji ber ku xela li jinan rabûye loma mêrek ji mêrekî hez dike?” Em vegerin ser dijkolonyalê. Kerakterên pirtûkê çiqas jin bin jî em dibînin ku bandora mêran xwe daye pêş bi rihetî tê dîtin. Adelet li welatên kolonyalê ti car pêk nayê, adeleta ku serdest didin li gor nêrîna xwe didin. Di vir de serdest dikevin leystikek, pêşî di ser va tên paşî dibin hah ji te re edalet.

PEYAMA SÎDAR JÎR EDELETA SERDESTAN

Gelo civateke azad nebe adeleta ku were jî çi qas di cî da ye? Sîdar Jîr peyama ku ji xwîneran re rê kiriye ne dijkolonyal e, ka kîngê li welatek kolonyal edalet pêk hatiye? Jixwe sedema her tiştî ev kolonyal nîne? Edaleta mêtingeriyan di esasê xwe de bi ser ferd va hem xwe dişo hem jî rewa/meşrû dike. Jîr weka edaletê bi “rihetî pêk hatiye” daye nasîn. Karekterên romanê yên jin bi her alî va dibin bindestiyê da ne. Nasnameya wan a zayendê, jinbûna wan û ferdek gelê bindestbûyîn e. Jîr, romanek xurt û bibingeh daxwaz kiriye. Bêhtir li ser uslup û muhendîsiya vê meşiya ye. Bêşik naverok gengeşiye û nirxandine deriyê ku vekiriye bi têna serê xwe bo pêşaroje pozîtîfbûnê bibîrdixe. Ji hêla dijkolonyalê ne serkeftiye. Çimkî edeleta serdestan pêk hatiye û karekterên romanê ji vê adeletê keyfxweş in –karekter ji civakê hin tiştan bi dest xistine-. Fîlîk dest nîşan dike: “Şermîn şevekê di nezaretê de dimîne, dotira rojê derdikeve hafa dozger û hewl dide bi dozger bide bawer kirin ku wê qaçax nebirine mala xwe, qaçaxên ku hevala wê qal kiriye kevokên wê ne. Dozger pê bawer dibe, çend şîretan li Şermînê û parêzerê Şermînê dike, Şermîn tê berdan û edalet pêk tê.” Yanî birayê mezin ji bindesta xwe re şîretan dike û wê dişîne. Şerm xwe çiqas ber bi polîtîkbûnê va zivirandiye ewqas ber bi bêpolîtîkbûna va meşiyaye.

Leheng dramatîk û êşkarên melenkolîk nînin, qaraqara nakin û nabêjin em li virin. Karakter ji binî heta serî polîtîk in di hişê xwe de lê pratîka wan li dijî polîtikbûna va xwe dest nîşan dikin. Gelo dibe ku nivîskar bi vê rêye îroniyek kiribe? Vêga rewş û halê welat em bînin ber çavên xwe yanî destpêk û di dawiyê da encamê ku dikeve dest, ev nîne li welat? Karekterên ku hatine çêkirin/honandin belkî rihê welatê rojaneya me daye destnîşankirin. Bo vî jî herikbariya romanê û uslûba nivîskar xwe dide xwendinê û bi min romanek ji hêla pêvxistinê va gelek serkeftî ye, bi hêmû nakokiyên xwe dîsa li ser pergelek xwe dide geş kirin. Roman rastiya civakê daye pêşiya me, kêm-zêde tiştê ku li romanê hatiye dayîn haya me jê heye. Em dikarin ji bo romana “Şerm” a Jîr bêjin civakî ye. Roman zayenda xwe diyar kiriye: Nêrînek heteroyî, kerakterên desthilata erkî û dijkolonyalbûna wî jî kêm û hewcariya wê bi nîqaş kirine va jî heye.

Çavkanî

[1] https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-45
[2] https://diyarname.com/article.php?Idx=12595

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir